Logo Bremen Erleben!

FAQ: Pirs û bersîvên di derbarê vîrusa koronayê de

Schematische Darstellung eines Virus
Li vir hûn dikarin di derbarên pirsên ku di jiyana rojane de li Bremenê li ser vîrusa koronayê tên kirin de, bersîvên zelal bibînin.

Quelle: WFB GmbH - DGL

Pirs & Bersîv

Tedbîr ji bo hemû jiyana giştî dibin sedema astengiyan. Em dizanin ku ev rewş gelek pirsan bi xwe re derdixîne. Ji ber vê yekê em dixwazin pirsên ku herî zêde têne pirsîn û bersivên xwe bi we re parve bikin. Heke em bi vî awayî nikaribin bersîva hemî pirsên we bidin, hûn dikarin ji me re binivîsin:
infektionsschutz@ordnungsamt.bremen.de
Hişyariya piçûk: Guhertoya heyî ya Rêziknameya Korona ku hemî guhertin tê de hene di portalê şefafiyetê de tê dîtin.

Niha Bremen ji nirxê 35 'an derbas dibe. Gihîştina tesîsên li jêr, tenê ji bo mirovên ku parastina vakslêdana tam dikin, ji bo konvalesanan an jî mirovên ku encameke neyînî ya ceribandina enfeksiyona bi coronavirusê heye, gengaz e (Rêzika 3G ):

  • Nexweşxane, tesîsên ji bo kal û pîran û lênihêrîn û tesîsên ji bo astengdaran
  • sazgehên xwarinê, klûb, dîskotek, salonên festîvalê, salonên qumarê, qumarxane, qumarxane, dikanên betlaneyê, şano, Opera, sînema, salonên konserê, cihên fûhûşê û wesayîtên fûhûşê yên li gorî Qanûna Parastina Fûhûşê ya ji bo fûhûş, kulûbên swinger, sauna, studyoyên perwerdeya elektrostimûler, studyoyên sporê, hewzên avjeniyê, hewzên kêfê, spor, fuar, kongre, pêşangehên bazirganî, bazarên taybet, fuar, fuar, bazarên fûhûşê û bûyerên mîna wê, Li odeyên girtî parkên kêfê, qadên lîstikê, salonên hilkişînê, parkên hilkişînê û cihên din ên şahîyê.
  • Bûyer (ji bilî bûyerên olî/ dinî) û şahiye li odeyên girtî yên li derveyî mala xwe
  • bikaranîna xizmetguzariyên bi laş re têkildar, heta ku hûn ji hêla bijîka ve nehatiye nivîsandin
  • Pratîka werzîşê li cihên girtî (ji bilî spora dibistanê)
  • Wexta ku em li sazgehên mayînê dimînin (di dema hatinê da û hefteyê du caran ji bo mayînên çend rojan test bikin)


Zarokên heta 14 salî ji berpirsiyariya peydakirina delîlan bêpar in


Ev ji bo Bremenê derbasdar e:

1. Ji ber vê yekê rûniştin û hevdîtina bi malbatekî din ra, bê hejmara mirovan te destûr kirin. An jî destûr heye heta 10 kêsan hevdîtenêk bikin. Zarokên heta 14 salî û kesên ku alîkari û rêwitiya kal û pîr a, nexweşa, hewcedariya lênêrîn ê an jî astengdariyê pêdiviya dikin, nayên jimartin. Herwîha kesên ku bi temamî li dijî korona virus hatinê derzîkirin an ji di nav şeş mehên çûyî de enfeksiyonek korona bikarin bidin îsbatkkirin. Parastina temamî ya vakslêdana (derzîkirinê) piştî 15 rojan a vaksîna (derzîkirinê) dawî pêk tê.

2. Şopandina Têkiliyê: Hemû sazûman an bûyerên ku dikarin li gorî Rêziknameya Corona ve bikin, tê xwestin, ku ji bo belgekirina nav û hejmara telefonan an navnîşana e-mailê dema ketin û derketina şexekî ji malbata werin qeydkirin. Ev ji bo dezgehên gastronomiyê (xwaringeh) jî derbasdar e.

3. Civîn û Çalaki dikarin bi mesafeya herî kem 1,5 metre heta 25.000 kesan/ temaşevanan werin li dar xistin, ger ku têgîna (konsepteke) paqijiyê û parastinê hatiye bi cih kirin û navê hemû kesan/ temaşevanan werin girtin.
Di çalaki yen li cîhê xebatê, divê bi rêziknameyên li ser ewlekariya kar, têgîna parastin û paqijiyê bê teserûfkirin.
Ҫalakin ku zêdetirî 5 hezar kes (5.000) lê ne, bûyerên mezin in ku divê ji aliyê daîreya polîsan a herêmî û beşa tenduristiyê werin berpirsyar û destûr kirin. Ev ji bo pêşangehên bazirganî û kongreyan bi cih nayê heta ku nirxa bûyer (rasthatî) di binê 50 de bimîne Beşdarên di bûyerên mezin da divê encamên testa neyînî (negatîv), delîlên derzîlêdanê (vakslêdanê, aşîbûnê) an delîlên başbûnê berî ku bikevintin li hundur pêşkêş bikin.

Ҫalakin/ bûyerên ku zêdetirî 500 kes û herî zêde 5.000 kes li hindur an jî zêdetirî 1000 kesan pêk tên û herî zêde 5 hezar kes di hewayê vekirî de ne, divê herî kêm du roj beriya destpêkê ji rêveberiya polîsên herêmî bên ragihandin.

Ji bo çalaki yen li hundur ê ku zêdetirî 500 kes lê hene, divê bi dabînkirina hewa nû ve hewaya teknîkî hebe.
Eger têgîna paqijî û parastinê berpirsiyariya kursiyê an jî pîvaneke bihevra birêve bibe, mesafeya herî kêm a pêwîst 1 metre ye.

Herwîha ev mumkune ku, çalakî ye heta 150 kesan li hundur da û li derva heta 250 kesan BÊ MESAFEYA HERÎ KÊM were amedekarin/ li dar xistin. Divê hatina calakî ye were berçavkirinî (kontrolkirin) û lîsteya navên beşdaran werin girtin. Divê hemû beşdarwan encamên testa neyînî (negatîv), delîlên derzîlêdanê (vakslêdanê, aşîbûnê) an delîlên başbûnê berî ku bikevintin li hundur pêşkêş bikin.
Ji bobûyerên hundurîn, divê hemû beşdar berî bikevinê, encama testa neyînî, delîlên vakslêdanê an delîlên başbûnê pêşkêş bikin. Ev yek li bûyerên olî nayê.

4. Dibe ku di bin qaîdeyên hişk ên paqijiyê de niştecihên kal û pîran werin ziyaret kirin. Têketin bi encama testa neyînî ya ku ji 24 demjimêran zêdetir e destûr heye. Tenê kesên ku bi tevahî vakslêdanê hatine kirin û yên ku baş bûne ji holê têne rakirin. Serdan û kesê ku ziyaret kirî divê bê nîşanan be. Divê mêvan têkevin û xwe tomar bikin û maskeya FFP2 bi kar bibin. Ji bo hûrguliyan, ji kerema xwe pêşî bi saziya têkildar re têkilî daynin.

5. Serdanên ji bo nexweşxaneyê mimkun e lê bi sînorkirin. Bi tenê kesên bi temamî hatine vakslêdan, emcamkirin (test kirin) û yên hatine rizgarkirin, ji derveyî wan tên hiştin. Divê mêvan mesafeya herî kêm biparêze û maskeya FFP2 bi kar bine. Dema serdanê û her wiha hejmara ziyaretvanan bi sînor e. Ji bo hûragahiyan, ji kerema xwe li nexweşxaneya pêywsît ji berê de xwe rabibîn.


6. Li vir agahiyên têkildarî navendên kreş û dibistanan dikarin werin dîtin.


JI XEYNÎ VAN RÊBAZAN LI BREMENÊ XALÊN JÊR DERBASDAR IN:


1. Ez vakslêdan im (ez hatim aşîkirîn) an ji min nexweşîya korona derbas kir – divê ku ez xwe disa bidim ceribandin (testkirin)?
Ji hemû mukelefî ya ceribandinê tenê azadkkrin hemû kesên, ku li hembera vîrusa koronayê bi temamî bi parastina derzîlêdana hatiye kirin an ji di nav 6 mehên dawî da bi vîrusa koronayê ketî be û bide nîşankirin. Parastina derzîlêdana ji roja 15-an piştî qedanîna (bidawî kirina) aşîkirînê (vakslêdana) pêk tê. Divê delîlên enfeksiyonê bi riya testa PCR bêne peyda kirin û piştê encambûnê (ceribandin, testkirine) şeş meh derbasdar e.


2.a Di hilbijartina federal (Parlamentoya Federal a Elmanyayê) ya di 26.9 an da li navenda dengdanê divê ez bala xwe bidin çi? Ma divê ez maskeyê bi kar binim?
Rêziknameya yekreng ji bo hilbijartina federal a li sindoqên tê kirin. Tenê ji bo tespîtkirina nasnameyê, dibe ku maske bi kurtasî were derxistin. Dema ku desteyên hilbijartinê dihejmêrin û encamê ragihînin jî destûr ji wan re tê dayin ku maskeyê ji ser xwe bavêjin. Kesên ku li avahiyên dengdanê dimînin ji bo çavdêrîkirina hilbijartinan divê hûrgilîyên pêwendîyên xwe pêşkêş bikin. Heta ku ji vê bi giştî muaf neyên girtin, maske jî ji bo wan mecbûrî ne. Piştre destûr ji wan re tê dayîn ku ji 15 deqeyan zêdetir li cihê dengdanê bimînin, heta ku nikaribin encameke neyînî ya testê peşkeş bikin.

3. Divê ez qeyda xwe li cîhê xwaringehê an bar û araqxane bikim?
Erê, di hundurê xanî ya karsazî da divê nav û detayên têkiliyê bi rêya app werin hiştin an jî li navnîşan (lîsteyan) danin. Derva ne hewce ye xwe qeyd bikin.

4. Ev rêbaz ji bo çalakî û meşan jî derbasdar in?
Civînên giştî an jî ne giştî, li gorî rêzika 8’an a zagona esasî ji qedexeyê têne derxistin. Ger ne civîneke an jî çalakiyeke ji nişkav de an jî lezgîn be, divê xwesteka çalakiyê berî 48 saetan an bi riya telefonê, an bi niviskî an jî bi riya e-peyamê bi rayedarên berpirsiyar re werin parve kirin. Saziya berpirsiyar dikare civînê qedexe bike, sînordar bike û şert û mercan li ser civînê ferz bike.

5. Kî divê çiqas di karantînaya malê de bimîne?
Dema karantînayê ji xênî û malê derketin ne destûrdar e. Herweha bi kûçikê derketin, ji bo danûstendinê derketin an jî ji bo meşê derketin ne bi destûr in. Hûn nikarin serdanan bipejirînin. Ji bîr nekin, ev tedbîr ji bo parastina malbata we, cîranên we û hemî mirovên derdora we tên girtin. Ger hûn li dijî rêbazên karantînayê tevbigerin, cezayê pereyê dê li we bên birîn!

Kesên pêketî: Ger testa we pozîtîf derkeve, divê hûn yekser bikevin karantînayê. Karantîna herî kêm 14 roj berdewam dike û ger hûn 48 saet semptomên nexweşînê nîşan nedin, ceribandinek (testa) negatîf heye û bijişka we ji bo derketinê destûrê bide, hûn dikarin wê demê ji karantînayê derkevin.

Kesên hatina ceribandin (bi encam): Mirovên ku encameke erênî (positiv) ya testa antîjena lezgîn bi dest xistin, divê 14 rojan jî bên karantînkirin. Ger ku testeke PCR ya piştre encameke neyînî be, hûn êdî ne hewce ne ku di karantîn de bimînin.

Kesên têkildar: Dema ku we bihîst, kesekê/î ku hûn pê re têkiliyê de ne, bi koronayê ketiye, divê hûn jî bikevin karantînayê. Divê hûn 15 roj piştî hevdîtina we ya dawî ya bi kesê/a pêketî di karantînayê de bimînin. Lê hûn dikarin ji bo demeke kin derkevin şaneşînê an jî terasê, an jî derkevin baxçeya mala xwe.
Ji karantînayê bêpar e ku mirovekî pêwendîyê bi temamî vaksînkirî ye an jî bi semptomên xwe ketine nexweşîya koronayê. Piştî vakslêdana dawî, ji roja 15emîn û pê ve parastina vakslêdanê ya bêkêmasî heye.

Kesên navmalbatî ne hewce ye bikevin karantînayê, ger keseke bê semptom di nav malbatê de be. Ger semptom derbikevin an jî test pozîtîf derkeve, wê demê divê endamên malbatê bikevin karantînayê. Lewre ew jî dibin kesên têkiliyê.


Ji bo hemî hûrguliyan ,tevî berpirsiyariyên xwe yên di dema karantîn de, ji kerema xwe bi telefonê bi Wezareta Tenduristiyê re, bi telefonê bi 0421 361 15 113 an bi e-mailê re office@gesundheitsamt.bremen.de

6. Gava ez ji betlane (rêwîtiyê) vedigerim, gerek ez bal xwe bidim çi?
Mecbûri ya qedkirinê:
Kesê ku di nav deh rojên dawî da di herêma blinda rûdan ji an vîrusê da bu, divê di beriya hatine ra qeyda xwe ya hatine bike (qeydkirina têketina dîjîtal).

Ne te bandor kirin, ji bo nimûne, kesên ku bi dema rêwîtiy da ji herêmen rîska bilind an vîrusê ji bo rawestan ê derbas dibin (bi sîyare an ji balafir) an jî bo xebate diçin.

Mecbûrî ya peydakirina delîlan:
Kesê ku herî kêm 12 salî ye û dikeve Bremenê divê beriya ku biqede divê were ceribandin û encama testa negatîf pêşkêşî keştiya balafirê bike. Her wiha ji bo kontrola têketinê ya li Elmanyayê ji aliyê Polîsê Federal ve dikare delîl bên xwestin. Kese hatine derzîkirin an ji rizakrin, di têketinê de bi we re delîlan hilde.

Kesê ku herî kêm 12 salî ye û di nava deh rojên dawî da di herêma vîrûsê da bû, gere mebûr di rija hatine ra encame testê bide delîlkirin (nîşankirin). Delîla vakslêdan an jî başbûnê têrê nake.

Kese ku di deh rojen dawi da di herêma blinda rûdan maye, divê ji hatine şunda ji bo 10 rojan bikeve karantînayê.
Di rûdanên nîşanên nexweşiyê de wê desthilata jêhatî bê agahdarkirin.

Dema karantinayê dikare were kurt kirin, gave derzîkirin (aşî), başuna enfeksiyona korona an jî test were delîlkirin.
Hatina ji herêma bilind a rûdan an jî vîrûsê, 5 roj pîştê hatinê ra test dikare werin kirin. Ji bo zaroke di bin 12 salî da 5 roj dura mecbûriya karatinayê ra dibe. Divê hûn encama testa xwe heta deh rojan piştî rêwitiya xwe li cem xwe bihêlin û ger bê xwestin şanî rayedaran bikin.

Kesên bê sekin ji heremeke bi rîsk derbas dibin an jî ji ber sedemên kar digerin ne mecbûr in bikevin karantînayê.

Kese ku di deh rojen dawi da di herêma guhertoya vîrusê maye, divê ji hatine şunda ji bo 14 rojan bikeve karantînayê. Dîsa li gorî şertên jor dikare karantîn were kurtkirin, heke navçe piştî hatine û berî ketina serdema karantîn bi herêma bilind a rûdan were tesnîf kirin
An jî heke hûn bi vakslêdana ku ji bo parastina li dijî vîrusa guncaw hatiye nîşandan, bi temamî vakslêdan.

Ger ku herêmen bilind-rûdan an jî vîrus-variant werin nakirin, karantîn beriya dawiya serdema karatina bi dawî bibe.


Îstîsnayên din an jî agahiyên din hûn dikarin li ser vê malperê bibînin: www.gesundheitsamt.bremen.de. Ger hûn bixwazin derbarê heremên bi rîsk de agahî bistînin dikarin li vê malperê binêrin: www.rki.de. Heke tu dixwazî der barê herêmên ku wek herêma cûrbecûr an vîrusê ya rîsk hatine lîstekirin bibînî: www.rki.de.

Agahiyên zêdetir ên li ser mijarê dikarin li ser rûpela destpêkê ya Wezareta Tenduristiyê ya Federal a li vir û senatorê tenduristiyê yê li vir tên dîtin.

7. Ger ez li gorî qedexeyan tevnegerim dê çi bibe?
Dibe ku binpêkirin bi cezayên pereyê an jî bi cezayên girtîgehê -ji du heta pênc salan- werin darvekirin.
Di rewşa nepêkanîn an jî binpêkirina rêziknameyê de, gengaz e ku serlêdana rasterast (li gorî § 11 ff ya zagona bingehîn a îdarî ya Bremenê) bê bikaranîn. Ev tê vê wateyê ku mêvan / beşdar dikarin werin tespîtkirin û cîhê bûyerê an jî cîhê karsaziyê were girtin.
Hûn dikarin kataloga cezayên pereyê li vir bibînin.

8. Rêziknameyê li ku dikarim bibînim?
Hûn dikarin rêziknameya dawî li vir bibînin. Ji kerema xwe re baldarî ya agahiyên li ser rûpela www.gesetzblatt.bremen.de bin. Hûn dikarin li ser vê rûpelê rêziknameyên hatine guhartin bibînin. Guhertoya heyî hemî guherîn di nav da, li vir di portalê şefafiyetê de tê dîtin.
li vir di portalê şefafiyetê de tê dîtin.

9. Li gorî §§ 56 IfSG mafê kî ji bo tazmînatê heye?
Kesên jêrîn mafê tazmînatê werdigirin:

  • Ên bi vîrûsa koronayê ketine (ger berî vê nexweş nehatibin nivîsandin);
  • Kesên têkîldar
  • Kesên berpirsiyar ên ji bo lênerînê, ji ber ku baxçê zarokan an jî dibistan ji ber rêbazên fermî girtîne, nikarin biçin kar.

Rêzikname bi zimanekî hêsan

Rêzikname bi versîyona zimanekî hêsan wek PDF ji bo daxistinê amade ye.

Schematische Darstellung eines Virus

Kataloga cezayê pereyê

Kesên ku biryar û rêbazên di derbarê virusa koronayê de hatine girtin, binpê bikin, bi cezayê perê re rûbirû dimînin. Cezayên pereyê di kataloga cezayê pereyê de hatine tomarkirin.

Das könnte euch auch interessieren

Mit Seife eingeseifte Hände neben einem laufenden Wasserhahn

Coronavirus

Infos und Links zur aktuellen Lage in Bremen

Quelle: Adobe Stock / 手洗い

Zeichnung von einer älteren Frau in Begleitung bei einem Arzt.

Gesundheit

Ärzte, Apotheken, Krankenhäuser, Not-Dienste

Quelle: Lebenshilfe für Menschen mit geistiger Behinderung Bremen e.V.

social media